1 Şoreşa Wêjeyê... Wêjeya Şoreşê * Her tim wêje bi hemû awa û şêwazên xwe ên cur be cur, ji bo amedekirina zemînê şoreş û helsana mejiyî(zihnî) û civakî çê dike. *Wêje ji bo xemlandin û xweşik kirina jiyanê jî rolekî herî bedew û diyar dilîzê. Wekî tê zanîn...
More
1 Şoreşa Wêjeyê... Wêjeya Şoreşê * Her tim wêje bi hemû awa û şêwazên xwe ên cur be cur, ji bo amedekirina zemînê şoreş û helsana mejiyî(zihnî) û civakî çê dike. *Wêje ji bo xemlandin û xweşik kirina jiyanê jî rolekî herî bedew û diyar dilîzê. Wekî tê zanîn ku gelek dînamîk û hêz di pêşketina civaka mirovahiyê de, rol- li gorî hêz, karîna û şêwazê xebata xwe- dilîzin. Çawa ku şer û nakokîyên di navbera hêzên cuda- cuda de rolrkî diyar, di pêşxistina amêr û alavên cengî de lîstêye û çawa ku pîvanên olî, rolrkî xwe ya mezin di afirandin û belavbkirina hîmên baweriya giyanî lîstiye, her wiha jî wêjeyê, rolekî herî mezin di pêşxistina hest û zanyariya giynî û civakî û kesayetî di pêşiya dîrokê û heya niha lîstêye û dilîze. Di despêkê de wêje bi baweriyên giyanî re pêş dikeve, pêşkeftina hîmên olî, bûye sedema pêşkeftina wêje ya olî ye. Gelek caran ji alî gelek hêz û birên olî de wêje hatiyê bikaranîn. Ku mirov li hemû pirtûkên olî ên pîroz mêze bike û di nava rûpelên wê de avjaniyeke hêdî-
Less