ÇALAKIYÊN SÊMEHÎ YÊN BUROYA KURDÎ Ji Îlon heta Teşrîn 2006 KONFÊRANS 07 Îlon 2006 : Zagona li ser karê polîs. Maf û erkên welatvan François Sant’Angelo, huqûqzan li Navenda ji bo Wekheviya Bextan û têkoşîna li dijî Antîsêmîtîsm û Nijadparêziyê, zagona...
More
ÇALAKIYÊN SÊMEHÎ YÊN BUROYA KURDÎ Ji Îlon heta Teşrîn 2006 KONFÊRANS 07 Îlon 2006 : Zagona li ser karê polîs. Maf û erkên welatvan François Sant’Angelo, huqûqzan li Navenda ji bo Wekheviya Bextan û têkoşîna li dijî Antîsêmîtîsm û Nijadparêziyê, zagona (qanûn) karê polîs bi kurtî ravekir : Pergalên (nizam) ku divê ku polîs di dema çavdêrîkirina (kontrol) zanavan (nasname), lêgerînên idarî-dadî, lêgerînên laşî û jêpirsînan de bi cî bîne. Bi ser de jî, kesên ku xwe qurbanên bêdadî yan lênêrînên ne baş ên polîs dibînin, mafê wan heye ku li bal Encumena Fêdêral li dijî Nijadparêziyê gilî bikin. 09 Çirî 2006 : Pirsa kurdî, îro û sibê Civakzan (sosyolog) Kawa Ahengarî di axaftina xwe de got ku Kurdistan, ku tê de nêzîkî 40 milyon kes dimînin, tevayiyeke erdnigarî (coxrafî) û çandî ye, lê ew bi awakî ramyarî (siyasî) di nav çend dewletan de hatiye perçe kirin. Wî sê sedemên pirsa kurdî bi kurtî ravekirin : 1- Sedema herêmî : bindestkirina Kurdistanê ji aliyê dewletên cihê jiyana wê ya çandî, r
Less