Bultena agahdariyê – N° 50 Hezîran 2009 Rûpel 1 Bultena agahdariyê - N° 50 Hezîran 2009 Quai aux Pierres de Taille 11, 1000 Bruxelles - Tél. 02 219 80 60 - www.kurdishbureau.be- kurdishbureau@scarlet.be XEBATA BUROYA KURDÎ GULAN 2009 KONFÊRANS...
More
Bultena agahdariyê – N° 50 Hezîran 2009 Rûpel 1 Bultena agahdariyê - N° 50 Hezîran 2009 Quai aux Pierres de Taille 11, 1000 Bruxelles - Tél. 02 219 80 60 - www.kurdishbureau.be- kurdishbureau@scarlet.be XEBATA BUROYA KURDÎ GULAN 2009 KONFÊRANS 18.05.2009:„Biryar - Çarçeve li dijî Nijadparêziyê“ ya Konseya Yekîtiya Ewropî François Sant’Angelo, huqûqzan li Navenda ji bo Wekheviya Bextan û Têkoşîna li dijî Nijarparêziyê, kurteya „Biryar-Çarçeve li dijî Nijadparêziyê“, ku ji aliyê Konseya Yekîtiya Ewropî di 28 Teşrîn 2008 de hat stendin, got. Wî got ku amanca wê nêzîkkirina zagonên (qanûn) welatên endam ên li ser nijadparêziyê ye û ku piştî du salan divê ku ev welat zagonên xwe li gora vê biryarê biguherînin, eger na ewê bên ceza kirin : „Ji bo ku hin zorî di hevkariya di warê dadiyê (adalet) de hene; loma pêwîst e ku zagonên cezayî yên Dewletên endam bêtir bên nêzîkkirin, ji bo dabînkirina (te’mînkirin) zagoneke zelal û tam, ji bo têkoşîna xurt nijadparêziyê“. Fr. Sant’Angelo weka nimûne
Less