Buroya Kurdî Bultena ya agahdariyê n° 122 Hezîran 2015 rûpel 1 ji 14 Bultena agahdariyê N° 122 - Hezîran 2015 Quai aux Pierres de Taille (Arduinkaai) 11, 1000 Bruxelles - Tel. 02 219 80 60 – 047 897 882 www.kurdishbureau.be kurdishbureau@scarlet....
More
Buroya Kurdî Bultena ya agahdariyê n° 122 Hezîran 2015 rûpel 1 ji 14 Bultena agahdariyê N° 122 - Hezîran 2015 Quai aux Pierres de Taille (Arduinkaai) 11, 1000 Bruxelles - Tel. 02 219 80 60 – 047 897 882 www.kurdishbureau.be kurdishbureau@scarlet. www.facebook.com/bureaukurde ÇALAKIYÊN BUROYA KURDÎ GULAN 2015 KONFÊRANS 24.05.2015 : Rêfêrandum li ser serxwebûna Kurdis- tana Iraqê & Hilbijartin li Tirkiyê Rênas Newrozî, rojnamevan û nivîskar, van her du ba- betên gelek aktuêl ravekirin : Rêfêrandum navgîneke dêmokratîk e ku ferzend dide xelk ku rasterast ji biryareke girîng re bêje belê yan na. Îro, rêfêranduma lis er Kurdistana Iraqê rojeva pêşîn e. Ji bok u rewşa hundirî ya Iraqê gelek têk çûye, bi tay- betî ji dema ku Dewleta Islamî parêzgeha Enbarê vegirt. Bi ser de jî, bû demeke ku hukûmeta Iraqê ji Kurdistanê re para wê ya buceyê naşîne. Bi awakî giştî, gelheya Kurdistanê ji hukûmeta iraqî gelek ne razî ye û dibîne ku rêfêrandum derfeteke (munaset) zêrîn e ji bok u ji Iraqê veqete.
Less