Buroya Kurdî Bultena agahdariyê n° 29 ÎLON 2004 rûpel 1 ji 17 XEBATA SÊMEHÎ YA BUROYA KURDÎ Ji Hezîran heta Tebax 2004 KONFÊRANS: Xwekuştina jinan li Kurdistanê 27 Hezîran 2004 : civakzan (sosyolog) Kawa Ahengarî konfêransek li ser xwekuştina (intihar)...
More
Buroya Kurdî Bultena agahdariyê n° 29 ÎLON 2004 rûpel 1 ji 17 XEBATA SÊMEHÎ YA BUROYA KURDÎ Ji Hezîran heta Tebax 2004 KONFÊRANS: Xwekuştina jinan li Kurdistanê 27 Hezîran 2004 : civakzan (sosyolog) Kawa Ahengarî konfêransek li ser xwekuştina (intihar) jinan li Kurdistanê kir. Wî kurteya lêgerîneke xwe li ser vê babeta gelek nazik û biêş kir. Ew li sedemên cihê ku jinan dehf didin ku xwe bikujin hûr nêrî : bêhêvî celebeke çanda xwekuştinê diafirîne. Sedemên vê bêhêviyê gelek in : serdestiya kevnar a zilam, pelixandina Kurdan ji aliyê rêjîmên dîktatorî, nemaze ya Îranê ku di eynî demê de olî (dînî) ye … Jina ku xwe dikuje kutahbûna (xelasbûn) xwe bitenê di mirinê de dibîne. Meriv nikare jimara van xwekuştinan zanibe, ji bo ku jimartinên (statîstîk) rast di vî warî nîn in. Ji bo dîtina çareyekê ji vê pirsa trajîk re, divê ku zihniyyet, nemaze ya zilaman, biguhere û pergalên (nizam, sîstêm) siyasî û dadmendiyî bên dêmokratîk kirin. Ev yek dikare bitenê hêdî hêdî bibe, bi riya perwerdekiri
Less