Buroya Kurdî Bultena ya agahdariyê n° 111 Tîrmeh 2014 rûpel 1 ji 22 Bultena agahdariyê N° 111 - Tîrmeh 2014 Quai aux Pierres de Taille (Arduinkaai) 11, 1000 Bruxelles - Tel. 02 219 80 60 – 047 897 882 www.kurdishbureau.be kurdishbureau@scarlet....
More
Buroya Kurdî Bultena ya agahdariyê n° 111 Tîrmeh 2014 rûpel 1 ji 22 Bultena agahdariyê N° 111 - Tîrmeh 2014 Quai aux Pierres de Taille (Arduinkaai) 11, 1000 Bruxelles - Tel. 02 219 80 60 – 047 897 882 www.kurdishbureau.be kurdishbureau@scarlet. www.facebook.com/bureaukurde ÇALAKIYÊN BUROYA KURDÎ HEZÎRAN 2014 KONFÊRANS 22.06.2014 : Gelo rast e ku Kurd ne yek in ? Pervîn CEMÎL, seroka Buroya Kurdî, konfêransek li ser dîtinên li ser Kurdan û rastiya evên dawîn kir : Nebûna Dewleteke Kurdî Piraniya Rojavayiyan (Ewropî û Amerîkî) Kurdan baş nas nakin ji bo ku dewleta wan nîn e. Dema ku hûn hema xwe pêşkêşî kesekî bikin, ew li we bi awakî ne zelal dinêre, piştre hişyar dibe û dipirse gelo hûn ji de- rekê ji Tirkiye, Îran, Iraq yan Sûriyê … ne, û divê ku hûn, di her carê de, vê rewşa gelek tevlihev ravekin (bêjin) ! Sedema duyemîn a vê nenasîna Kurdan nebûna wan di medyayan de ye. Ji sedemên gelek ramyariyî (siyasî), evên dawîn hergav ji peyivîna li ser wan direvin, lê ew gelek caran li ser F
Less