BUROYA KURDÎ ya Pêwendî û Agahdariyê Bultena sêmehî ya agahdariyê n° 39 Adar 2007 Quai aux Pierres de Taille 11, Bruxelles Tél. 022198060 – Fax 022192410 Email : kurdishbureau@scarlet.be www.kurdishbureau.be ÇALAKIYÊN SÊMEHÎ YÊN BUROYA KURDÎ Ji Kanûn 2006...
More
BUROYA KURDÎ ya Pêwendî û Agahdariyê Bultena sêmehî ya agahdariyê n° 39 Adar 2007 Quai aux Pierres de Taille 11, Bruxelles Tél. 022198060 – Fax 022192410 Email : kurdishbureau@scarlet.be www.kurdishbureau.be ÇALAKIYÊN SÊMEHÎ YÊN BUROYA KURDÎ Ji Kanûn 2006 heta Sibat 2007 KONFÊRANS 09 Kanûn 2006 : rola zimanan di avakirina civakê de Banû Nahid Raşîdyan, nivîskara ferhengeke kurdî- hollandî û hollandî-kurdî, ku li Hollanda di 2003 de derket, li ser girîngiya zimanan di nêzîkkirina çandan û hevjiyaneke baş de peyivî : Bitenê ziman û zanîn dikarin pêwendiyên me dabîn (te’mîn) bikin. Ji berê, ol û netewahî roleke wan a girîng di avakirina pêwendiyan de û di piştgiriyê di nav xelk de hebû. Lê, nuha hevjiyaneke baştir di cihaneke globalkirî de bitenê bi riya ziman, zanist û zanîna dualiyî dikare bi ser keve. Eger em li rewşa Kurdan li Rojhilata Navîn binêrin, emê bibînin ku civaka kurdî di nav sê girseyên (kitle) xurt de çikiyaye : Îran ku warisa Imperatoriya Farisî ye, Tirkiye ku warisa Impe
Less