Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 47 Adar 2009 Rûpel 1 XEBATA SÊMHÊ YA BUROYA KURDÎ Ji Kanûn 2008 heta Sibat 2009 KONFÊRANS 19.01.2009 : Hin agahdarî li ser pirsa xizaniyê (feqîrî) François Sant’Angelo, huqûqzan li Navenda ji bo Wekheviya Bextan û Têkoşîna...
More
Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 47 Adar 2009 Rûpel 1 XEBATA SÊMHÊ YA BUROYA KURDÎ Ji Kanûn 2008 heta Sibat 2009 KONFÊRANS 19.01.2009 : Hin agahdarî li ser pirsa xizaniyê (feqîrî) François Sant’Angelo, huqûqzan li Navenda ji bo Wekheviya Bextan û Têkoşîna li dijî Nijadparêziyê, kurteya rapporeke nuh a servîsa Têkoşîna li dijî Xizaniyê kir. Jimarên ku di vê rapporê de hatine bi kar anîn ji vekolîna (ankêt) EU-SILC (European Union – Statistics on Income and Living Conditions), ku di 2006 de hatiye kirin, hatine stendin. Li Beljîka 14,7% ji xelk, ku ji wan 11,4% li Flandre û 17% li Wallonie, metirsiya (tehlike) xizaniyê ku mezzintir dibe nas dikin. Ango kesekî ku tenê dijî, ku di vê celeba tehlikê de ye, di salê de 10.316,44 €, yan di mehê de 860 €, distîne, û ku malbateke ku ji du kesên mezzin û du zarokan pêk tê di salê de 21.664,52 €, yan di mehê de 1.805 €, distîne. Ev metirsiya xizaniyê li bal jinan bilindtir e, 15,6% (12,4% li Flandre û 17,8% li Wallonie). Li bal zilaman, ew 13,7%
Less