Bultena agahdariyê – N° 51 Tîrmeh 2009 Rûpel 1 Bultena agahdariyê - N° 51 Tîrmeh 2009 Quai aux Pierres de Taille 11, 1000 Bruxelles - Tél. 02 219 80 60 - www.kurdishbureau.be- kurdishbureau@scarlet.be XEBATA BUROYA KURDÎ HEZÎRAN 2009 KONFÊRANS 14.06.2009 :...
More
Bultena agahdariyê – N° 51 Tîrmeh 2009 Rûpel 1 Bultena agahdariyê - N° 51 Tîrmeh 2009 Quai aux Pierres de Taille 11, 1000 Bruxelles - Tél. 02 219 80 60 - www.kurdishbureau.be- kurdishbureau@scarlet.be XEBATA BUROYA KURDÎ HEZÎRAN 2009 KONFÊRANS 14.06.2009 : Helwesta çalakvanên mafên mirov li Tirkiyê û giftûbêjên li ser endambûna Yekîtiya Ewropî : Dewambûn yan guhertin ? Marlies Casier, xwendekara doktora li Zanîngeha Gentê û lêger ji bo MENARG (Middle East and Noth Africa Research Group), konfêransek li ser pirsên îro yên mafên mirov li Tirkiyê kir. Li bin fişarên (tazyîq) Yekîtiya Ewropî, rewşa çalakvan û rêxistinên mafên mirov li Tirkiyê li gora salên 1990 gelek pêş ve çû. Lê, pirs (problêm) weka di salên derbasbûyî de man. Çalakvanên mafên mirov nema bi awakî canî (fîzîkî) tên tehdîd kirin, lê ew di karê xwe de bi riya dozên (da’wa) ku hergav li dijî wan vedibin tên westandin. Bi ser de jî, parastina mafên mirov li Tirkiyê ne gelerî bûye. Çalakvanên mafên mirov gelek caran weka veqet
Less