Buroya Kurdî Bultena agahdariyê n° 28 HEZÎRAN 2004 rûpel 1 XEBATA SÊMEHÎ YA BUROYA KURDÎ Ji Adar heta Gulan 2004 HEVPEYVÎN 10 Adar 2004 : Radyoya kurdî, beşeke Dengê Amerîka, ku li Waşîngtonê diweşîne, hevpeyvînek bi Banû Pervîn Cemîl, seroka Buroya Kurdî,...
More
Buroya Kurdî Bultena agahdariyê n° 28 HEZÎRAN 2004 rûpel 1 XEBATA SÊMEHÎ YA BUROYA KURDÎ Ji Adar heta Gulan 2004 HEVPEYVÎN 10 Adar 2004 : Radyoya kurdî, beşeke Dengê Amerîka, ku li Waşîngtonê diweşîne, hevpeyvînek bi Banû Pervîn Cemîl, seroka Buroya Kurdî, re li ser xebata Buroyê kir. KONFÊRANS : Dîroka rojnamevaniya kurdî 11 Nîsan 2004 : Rojnamevan Rênas Newrozî axaftinek li ser dîroka rojnamevaniya kurdî, bi hinceta sersaliya 106mîn a derketina rojnama kurdî ya pêşîn « Kurdistan », kir. Rojnama Kurdistan di 22 Nîsan 1898 de, li Qahirê, li Misrê, derket. Ew ji aliyê Mîr Miqdad Midhet Bedir Xan hat weşandin. Rênas Newrozî hemî rojname û kovarên ku ji wê çaxê de li parçeyên cihê yên Kurdistanê û li derveyî welêt derketine jimartin. Li dawiyê, ew li ser zoriyên ku di vî warî de hene peyivî û bersîvên beşdaran dan. 18 Nîsan 2004 : Rênas li malpera Entêrnêtê, Dengê Kurdistanê, li ser eynî babetê peyivî û bersîva pirsan dan. Ev konfêransa entêrnêtî sê katjmêr (saet) ajot. 19 Nîsan 2004 : Ro
Less