Buroya Kurdî Bultena ya agahdariyê n° 93 Çilê 2012 rûpel 1 ji 14 Bultena agahdariyê N° 93 - Çile 2013 Quai aux Pierres de Taille (Arduinkaai) 11, 1000 Bruxelles - Tel. 02 219 80 60 – 047 897 882 www.kurdishbureau.be kurdishbureau@scarlet. XEBATA BUROYA...
More
Buroya Kurdî Bultena ya agahdariyê n° 93 Çilê 2012 rûpel 1 ji 14 Bultena agahdariyê N° 93 - Çile 2013 Quai aux Pierres de Taille (Arduinkaai) 11, 1000 Bruxelles - Tel. 02 219 80 60 – 047 897 882 www.kurdishbureau.be kurdishbureau@scarlet. XEBATA BUROYA KURDÎ KANÛN 2012 KONFÊRANS 16.12.2012 : Azadiya ravekirinê heta ku ? François Sant’Angelo, huqûqzan li Navenda ji bo Wekheviya Bextan û Têkoşîna li dijî Nijadparêziyê, axaftinek li ser azadiya ravekirinê (tabîr, gotina dîtina xwe) û sînorên wê li Beljîka kir. Wî got ku li gora destûra beljîkî û zagona (qanûn) Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirov, her welatvanek mafê wî heye ku bi azadî dîtinên xwe bêje, lê ku ev azadî dikare bi awayê handana (teşwîqkirin) kîn yan tundiyê (şiddet) li hemberî kesekî yan komeke gelheyê (xelk) bibe. Wî çend nimûne (misal) dan : pesndana nazîsmê, antîsêmîtîsm (dijîtiya Cihuyan), kîna ji penaberan re, islamofobî (dijîtiya Islamê) … PROJE : DYALOGA “INTERCULTUREL” DI NAVBERA CUHANAN DE Di 2012 de, wezareta flamanî ya
Less