BUROYA KURDÎ BULTENA AGAHDARIYË N° 11 ADAR 2000 BUROYA KURDÎ ya Pêwendî û Agahdariyê Bultena sêmehî ya agahdariyê N° 11, Adar 2000, Kiryara salane : 200 BEF Quai aux Pierres de Taille 11, 1000 Bruxelles tél 02/219 80 60 ; fax 02/219 24 10 n° bankê...
More
BUROYA KURDÎ BULTENA AGAHDARIYË N° 11 ADAR 2000 BUROYA KURDÎ ya Pêwendî û Agahdariyê Bultena sêmehî ya agahdariyê N° 11, Adar 2000, Kiryara salane : 200 BEF Quai aux Pierres de Taille 11, 1000 Bruxelles tél 02/219 80 60 ; fax 02/219 24 10 n° bankê 310-1214627-79 WEZARETA HEVOTINÊ DIXWAZE KU TÎPÊN « P » Û « K » RAKE ! Di dawiya Kanûn 1999 de, wezîrê tirk ê hevotina neteweyî (hînkirin) ji weşanxaneyên pirtûka dibistanî ya matêmatîkê « Can Matematik » xwest ku vê pirtûkê ji bazarê bikişînin û tîpên « P » û « K », ku P.K.K.ê tînin bîran, jê derxînin û dêlva wan tîpên « E », « G », « F » û « H » deynin, ji bo ku « têgihîjtinên ne baş » nebin ! Ev biryara wezaretê piştî giftûgoyekê li parlementê hat stendin. Berê vê yekê jî, hukûmeta tirkî biryar stendi bû ku roniyên kesk ji çirayên sêrengîn ên trafîkê, li wilayetên kurdî, bi roniyên heşîn biguhêzin ! Ji bo ku kesk û sor û zer her sê rengên « veqetînxwaz » ên ala kurdî ne. TIRKIYE MEHKÛMKIRINA SÊ SEROKÊN ŞAREDARIYAN ÊN KURD Di 19 Sibat 2000
Less