XEBATA SÊMEHÎ YA BUROYA KURDÎ ji Hesîran heta Tebax 2006 KONFÊRANS 04 Hezîran 2004 : Rojnamevanî li Kurdistan û cihanê. Çend bîrên (fikr) giştî Rojnamevan Rênas Newrozî dîroka rojnamevaniyê li cihanê bi awakî gelek kurt got : Rojnama pêşîn li cihanê li Çînê...
More
XEBATA SÊMEHÎ YA BUROYA KURDÎ ji Hesîran heta Tebax 2006 KONFÊRANS 04 Hezîran 2004 : Rojnamevanî li Kurdistan û cihanê. Çend bîrên (fikr) giştî Rojnamevan Rênas Newrozî dîroka rojnamevaniyê li cihanê bi awakî gelek kurt got : Rojnama pêşîn li cihanê li Çînê di 911 Berê Zayîna Îsa de hat weşandin. Çapxana pêşîn di 1447 Piştî Zayînê, ji aliyê Gutenbergê alman hat bi kar anîn. Rojnama pêşîn a pisporane (profêsyonêl) li cihanê « Tijdnghe Antwerpen », ku ji aliyê Abraham Verhoeven di 27.05.1605 de li bajarê Antwerpen (Anvers), li Beljîka, hat weşandin bû. Piştre, konfêransker li ser girîngiya rola radyo, têlêvîzyon, û piştre entêrnêt … di pêşveçûna çapemeniyê de peyivî. Eger em werin dîroka rojnamevaiyê li Kurdistanê, rojnama pêşîn a kurdî « Kurdistan » di 1898 de, li Qahirê, li Misrê, ji aliyê Mîr Miqdad Medhet Bedir Xan hat weşandin. Piştre, wî rojname, radyo û T.V., malperên entêrnêtê … yên kurdî ku îro hene gotin : Li Kurdistana Iraqê, du rojnamên rojane, yên bi kurdî, li Hewlêr û Suley
Less