Buroya Kurdî Bultena agahdariyê n° 43 Adar 2008 rûpel 1 ji 12 XEBATA SÊMHÎ YA BUROYA KURDÎ Ji Çile heta Sibat 2008 KONFÊRANS 16.01.2008 : Borana (krîz) hukûmî li Beljîka François Sant’Angelo, huqûqzan li Navenda Wekheviya Bextan û Têkoşîna li dijî...
More
Buroya Kurdî Bultena agahdariyê n° 43 Adar 2008 rûpel 1 ji 12 XEBATA SÊMHÎ YA BUROYA KURDÎ Ji Çile heta Sibat 2008 KONFÊRANS 16.01.2008 : Borana (krîz) hukûmî li Beljîka François Sant’Angelo, huqûqzan li Navenda Wekheviya Bextan û Têkoşîna li dijî Nijadparêziyê, sedemên cihê yên borana (krîz) hukûmî li Beljîka û zoriyên avakirina hukûmetekê, piştî hilbijartinên Hezîran 2007, ravekirin. Ew vegeriya destpêka avakirina dewleta çêkirî (sun’î) ya beljîkî di 1830 de, ji aliyê hêzên ewropî ku Napoléon I şikandi bû. Piştre, wî regezên (unsur, êlêman) tevlihev, ên hem êtnîkî û hem zimanî (Flaman, Wallon, Alman), ên dîroka ramyarî (siyasî) û aborî, ku boranên mezzin li Beljîka derxisti bûn, ravekirin. Borana nuha ya dirêjtirîn e, ji bo ku li gel hebûna hukûmeteke katî (muweqqet) heta 23 Adar 2008, pirsa mezzin a rêforma dewletê, ku Flaman dixwazin û ku di 1993 de li parlementa flamanî hati bû deng dan, hîn çare ne bûye. 24.02.2008 : Fîlmeke belgeyî : Malbata Cemîl Paşa ya Diyarbekirî Fîlmeke bel
Less